Tuhfetul Muslimîn Xelata Musilmanan Kısa Özet
Şêx Hesenê Şêx Yasîn yek ji wan alimên me yên hêja ye ku di sedsalên 19 û 20an de jiyaye. Digel ku di dema xwe de kitêbek berfireh di mijara fiqhê de nivîsandiye jî ji ber ku ev xebata wî heta niha nehatiye çapkirin û belav nebûye, mixabin di derdoreke fireh de, di nav ehlê medreseyê de û di nav xebatên Kurdolojiyê de behsa navê wî û navê kitêba wî nebûye… Kitêba Tuhfetul-Muslimîn ji bo nesra Kurmancî pirr girîng e. Ji ber vê em gelek bextewar ...