83 salî ye. Derbarê eşîr, malbat, kesayet, gund, coxrafya û dîroka Colemergê de xwediyê agahiyên gelek cuda ye. Bûyerên li van deran qewimîne, bi cih, bi sal û bi nav dizane. Bi salan çi rûbirû, çi jî bi rêya telefonê ji rûspî, maqûl û mezinên eşîran agahî girtine û nivîsîne. Ev pirtûk xebateke dîroka devkî ye. Di vê pirtûkê de behsa gelek gundan û serokên eşîran tê kirin. Abdulkadir Kızılkaya di vê pirtûka xwe de behsa bûyerên li herêma Colemergê qewimîne, mijarên dîrokî, folklor û kelepûra her ...