Seîdê Kurdî, ji aliyê helwestên xwe yên siyasî û hizrên xwe yên civakî ve ji gelê Kurd re nirxekî dîrokî ye. Lewra di destpêka sedsala bîstemîn de û di dawiya temenê Dewleta Osmanî de, di demeke zû de çawa ku serê xwe bi curbicur pirsgirêkên gelên Misilman re êşandiye, bi heman rengî û zêdetir jî çareseriya pirsgirêkên gelê Kurd ên siyasî, civakî û çandî jî ji xwe re kiriye armanc. Wî xwestiye ku berî her tiştî bi civaka Kurd re hişmendiyeke mîllî çêbibe û di bin şert û mercên wek hev de sîsteme ...