Ev novela Mîroyê Esed a bi navê Sîsê, yek ji nimûneyên romanên Kurdî yên dewra Soviyêtê ye ku tema û şêwaza wê piranî li ser realîzmeke civakî ye. Her wisa veguherîn û rabûna cima‘etekî ‘elam dike, ku tevî azadbûna ji rêwresmên berê ew fikra realîzma sosyalîzmê jî dihewîne. Dîsa jî di temaya wê û zimanê wê de lîrîzmek heye ku dengê dilê însên yanî dil û hisên wan vedibêje. Sîsê, novelek e ku çawa strana dilên evîndaran distrê, her wisa teswîr û strana tebî‘etê ye; xuşîna çêm û pêla zeviya zêrzem ...