Mela Masûm, kurê Şêx Hifzullah e. Di tarîxa 1979 li gundê Xesxêrê yê li ser Perwarê hatiye dinyayê. Ew ji biçûkaniya xwe ve li nav feqî û medreseya da mezin bûye. Exlebê tehsîla xwe li medresa bavê xwe xwendiye. Bavê wî hem ilmen hem jî terîqeten mucazê birayê xwe Şêx Muşeref e. Mela Masûm hem ders ji bavê xwe girtiye hem jî dersa feqîyên wî dane. Piştî ku di sala (2003) de li Enqereyê eskeriya xwe qedandiye dîsa vegeriyaye Medresa Perwarê, di medresa Bavê xwe de heyata digel xwendin û feqiyan d ...