Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê, romana dengbêjê efsanewî yê Kurd, Evdalê Zeynikê ye. Jiyana Evdalê Zeynikê, bi riya dengbêjê Kovara Hawarê, Ehmedê Fermanê Kîkî bi sebr û sebat, bi hostehî, bi gotin, bi qise û peyvên ku di tûrikê xwe de veşartiye, ji nû ve tê vejandin, tê xemilandin û vegotin. Bi riya vê vegotin û serpêhatiya dengbêj em têdigihin, Evdalê Zeynikê dengbêjekî welê ye ku, ew bi awaza xwe li hember ba û bahoz, birûsk û tofanê radibe, dibe dengê dinê û mîna tîrêjên rojê, direşe ser rûyê ...