Ev stranên Pablo Nerûda ji nav bayên hêşîn û bagerên sor û qemirî bilind dibin. “Evîn”, “Xwez û Vîn”, “Qehr û Xeyd” û “Jîn”! Evîn şeng û şad e, Xwez û Vîn dibe kemîn û êrîş û tinekirin û pişavtin. Qehr û Xeyd bi rik û behc û xişm û xezeb û hêrs û hewom difûre, li bers û hesaban dipirse. Û Jîn di aramiya hiş û hidam de diherike, dimeşe, pêş ve diçe. Pesn in ev stran, bi sosin û bûkikan mişt û tije ne; bîhna garis û nanê germ, beza hespan, pêlên zîv û xirpûkan, gil û lajwerd, tilisma asîman û sîbe ...