Ev berhema M. Zahir Kayan a dawî, ji 696 şiîran pêk tê. Her yek ji wan, bi terma gatayê hatiye binavkirin. Wî peyva gatayê ji bo şiîra xwe daniye; lewra di Îrana qedîm de lawijên herî kevnar, şiîra herî dêrîn, qewl û gotinên gatayê ne. Wî peyva gatayê ji bo dax û baxê dilê xwe kiriye behane. Belkî wî bi gotina gatayê, rola şiîra Kurdî derxistiye asteke pir muema, û di vê dîwanê de daye dû vê muemayê… Hinekirî Maye Guliyên Şevê, berhema sêyem a M. Zahir Kayan e. Beriya vê, bi navê “Hîç” û “Asoya ...