Ev xebat keda deh salan dihewîne. Bi gelek mijarên xwe, di nav xebatên Kurdî de dibe ku nimûneyên ewil bin.
Nimûneyên destanî, mîtolojik, çîrokî, olî herwisa nimûneyên ajalên taybet yên ku çîrok û destan û baweriyên Kurdan xemilandine, bûne mijara vê xebatê.
Mijara hespê di destan, çîrok û mîtolojiya Kurdî de çawa hatiye honandin û herwisa di edet û kevneşopiyên Kurdî de çi temsil dike, dûr û dirêj behsa wê hatiye kirin.
Herweha behsa teyr û balindeyên ku bûne mijara gelek destan ...