Fabl, navê wî cûreyê çîrokan e ku qehremanên wan heywan in û li ser zimanê wan, xûy û xesletên mirovan têne vegotin; geh di despêkê geh jî di dawiya wan de ders û şîret hene û bi piranî bi awayê menzûm in.
Nivîskarê Fransiz ê klasîk Jean de La Fontaine (1621-1695) jî herçend ku di gelek warên edebî de -wek roman, piyes û şiîr- berhem dane jî, lê navê wî li cîhanê bi fablan nemir bûye. Ev fablên wî, hema bêje bi tevekê zimanên cîhanê hatine wergerandin; di kitêbên ders û perwerdeyê de hatine ...