Xwendevanên hêja! Di cîhanê de bi hezaran netew hene û her netew, li gorî xwe xwedî taybetmendiyên serbixwe ne. Hinek li ser ziman, hinek li ser jiyana rojane, hinek li ser kevneşopiyên xwe, ji hevûdu cuda ne. Gelê Kurd jî di nava xwe de gelek cudahî û taybetmendiyan nîşan dide. Yek ji wan hebûna eşîran e. Herçiqas peyva “eşîr” ji Erebî jî were, lêbelê bi girseyî di nava zimanê Kurdî de cih girtiye, ewqas ku di nava Kurdan de bûye peyveke sereke û rojane. Di roja îro de herçiqas gelek Kurd bi eş ...