Mela Muhemmed Gulnar, leqeba wî ya şiîrê “Mîrê Zirav” e, ji navçeya Miksê ye, şairekî dewra me yê li heyatê ye. Şiîrên xwe hemî bi kêşa arûzê pir serkeftî nivîsîne. Şairekî pirzimanzan e ku bi Kurdî, Erebî û Farisî dinivîse.
Ev Dîwana Mîrê Zirav, berên jiyana wî ya 68 salan e. Fîkiyê çiyayên bilind, avên cemidî hewayên nesîm e. Ji malbateke ku çendan mela, muderris û şairên mezin jê derketine, herwekî: Feqiyê Teyran, Weda‘î, Mela Haşimê Miksî, Mela Muhemedê Tînîsî û Mela Îsmaîlê Muderisê Xo ...