Heta vê kêliyê, berfirehtirîn xebata akademîk a ku li ser dîroka edebiyata Kurdî hatiye amadekirin berhema Marûf Xeznedar ya bi navê Mêjûy Edebî Kurdî ye. Ev dîroka edebiyatê ya ku encama keda pêncî salî ye (1950-2000), bi qeware û naveroka xwe di heman demê de projeyeke edebî ya serkeftî û ansîklopediyeke edebiyatê ya giranbiha ye jî. Berhem, ne tenê qonax, nûner û bizavên edebiyata Kurdî, di heman demê de zanyariyên bingehîn ên bi coxrafya, dîrok, ziman, dîn, civak, perwerde, destnivîsarî û ro ...