Ev Pirtûkana, dinyaya zarokan dixemilînin DILŞA, qehremana sereke ya van pirtûkan e. DILŞA, di her pirtûkekê de bi serborî û tecrûbeyên nû, gav bi gav jiyanê nas dike û pêşve diçe. DILŞA û hevalên xwe, ev 30 sal in ku li Almanyayê rêbertiya zarokan dikin û dinyaya wan dixemilînin. Ev pirtûkên pedagojîk, ji seteke Almanî ya pir meşhûr û serkeftî hatine bijartin. Ev set, hem wek pirtûk hem jî wek rêzefîlm û fîlmên sînemayê weşiyaye. Seta DILŞAyê, heta niha gelek xelat standine. DILŞA heta niha bi ...