Eger em bi zanistî li çîrok, helbest, stran, metelok, roman û li nivîsên din binêrin, em dikarin pir agahiyan li ser mejûyê kolektîf yê civaka Kurd fêr bibin. Dengbêjî jî perçeyekî girîng e di edebiyata Kurdî ya herî kevn de. Ev stran me dibin li gel bapîrên me û bûyerên herî kevn. Em wiha dibin perçeyekî dîroka xwe ya devkî (oral history) û dikarin wan êş û tadeyên hatine serê gelê me fêm bikin. Ev jî rê ji bo paşeroja me vedike.
Dengbêjî bi gelemperî, stranên Mehmûdê Hesê jî bi taybetî el ...