Nivîskarê vê kitêbê Yaşar Kaplan demek dirêj e li ser folklora Kurdî dixebite û di vê mijarê de
gelek materyal berhev kirine. Di nava van materyalên berhevkirî de gelek beyt û destanên Kurdî
jî hene. Nivîskar ji van beyt û destanan 12 hebên wan di vê kitêbê de bi cih kirine. Ji wan
destanan yek Destana Kela Dimdim û Xanê Lepzêrîn e ku girîngtirîn destana netewî ya Kurdî tê
qebûlkirin.
Destana Kela Dimdim teza lîsansa bilind ya nivîskarê vê kitêbê ye jî. Ji bilî destana K ...